Ruhê Êşiyayî
Abdulhekîm KARTAL

Abdulhekîm KARTAL

Ruhê Êşiyayî

18 Ocak 2016 - 10:05

Ruhekî seqet û bêxwedî di laşê min de sing kutaye û singê mirî tê de kok vedaye bi rehekên mirî. Ne dikarim bimirim ji ber sing kok vedane; ne zindî dibim ji ber rehekên wê mirî ne. Ne ruhzanek heye bo derman bibim, ne rûsipîyek heye da ku şîretekê hildim. Ne mezinek heye destê min bigire; ne biçûkek heye, min ji êşa min dûr bike. Kortala ruhê xwe ya bê av de digevizim mîna masiyeke çemê ziwa. Ne masîgirek heye min bigire û bike masîdankeke li ber camekana li ser peyarêyeke tije mirov. Ne hovek heye min bixwe ku dirûvê xwe biguherînim di laşekî nû û guhertî de wekî şaneyeke jîndêr.

 

Ez miriyê zindî me an zindiyê mirî me; nizanim.

 

Ruhekî tirsonek û revok heye di laşê min de. Ev qas tirsonek im, çima nakevime li ber lepên melkemot? Revokiya min ji min e, lê nikarim bigehîjime tu kesî jî. Revokê civakî me an şexsî me nizanim. Belkî revokê du alî me. Ji ber ku ji xwe direvim, ji civakê jî dûr ketime. Heke bikaribim tev li civakê bibim, dibe ku xwe jî li wir bibînim.

 

Ez tirsonekekî revok im an revokekî tirsonek im; nizanim.

 

Penceşêra li ser bajarê min ruhê min nexweş kiriye. Ne dikarim ji bajarê xwe koç bikim, dê ruhê min bimîne li wir û ez ê bimirim, ne jî dikarim li bajêr bimînim ji ber goştê bedena min dirize. Dirize û di ser ruhê min de dihilwile.

 

Ez ruhekî bê beden im an bedeneke bê ruh im; nizanim.

 

Xwişkno! Ez dimirim; lê kesek şîna min nagire. Birano! Têm kuştin; lê kesek nabe xwîniyê belavkerên penceşêrê. Derman dixwezim; dibêjin xwelîserî ye, divê tu bi xwe li ser lingê xwe bisekinî û dermanê xwe ji duhnê serê xwe derînî. Fermana qirkirinê dixwezim, dibêjin di vê sedsalê de qirkirin nemaye. Ma ne em di sedsala demokrasiyê, humanîzmê, sosyalîzmê, musilmanîzmê û nizanim kurederîzmê de ne. Çawa em ê te qir bikin? Bîrleşmîş mîletler heye, însan heqlerî mehkemesî heye, şerîeta dînê Muhemmed heye…  Bavê min ka mehkemeya we? Min bi edaletê darizînin, dibêjim; dibêjin tobe bike, tu ji heft bavan vir ve musilman î, Xwedê heqê te ji kesî re nahêle, dê axretê de kit û kit heqê te ji zaliman bistîne.

 

Ez zalimê xwe me an mezlûmê zaliman im nizanim.

 

Bavê min madem Xwedê di axretê de heq distand çima ev qas dîn û pêxember şandin? Çi dibû bila bûbûya, çawa be axret hebû… Nan jî nedin min, avê jî nedin min dê Xwedê nan û avê di axretê de bide min… Bila ez kerafîl û kurederê bixwim… Çawa be di axretê de kerafîl û kureder tune…

 

Xwarina min kureder e an ez dixwim dibe kureder; nizanim.

 

Dibim dayîk di kolanan de çar metroyî dirêjkirî dimînim, dibim pitik di sarincan de wekî lepek goşt diqerisim, dibim kalemêrek li ber sergoyê li pey qetek nanê kartû diwergerime erdê ji eniya birîndar, dibim parazvanê mêjûya xwe û mejiyê min qul dibe li ber çar lingiyan û deverû kilor dibim, dibim dermandar bo felata birîndaran lê ez bi xwe nafilitim…

 

Jiyan navê mirinê ye li vî welatî yan mirin bi xwe jiyan e; nizanim.

 

Ruhê min nexweş e rastî jî. Nizanim çi bibêjim. Ditirsim ku mînare wergerine ser min û dayîka min bimîne di binê kolanan de… Ditirsim û dengê xwe dibirim û tirsa herî mezin a zaroktiya min tê hişê min. Tirsa gulhunco ku hê jî ez nizanim ew çi bû...

 

Huşşşş… Gulhunco, hate kunco…

Son Yazılar