Çîroka jîyana zarokên Kurd
Hamza Özkan

Hamza Özkan

Çîroka jîyana zarokên Kurd

16 Temmuz 2016 - 16:40

Ji mêj ve, zarokên Kurdan bi hatina cihanê dibe hemwelatîyên pola dûyemîn.



Çîroka jîyana her zarokî  cuda cuda ye. Çîroka Jîyana her dayikê jî,  ji hevdû cuda ye. Her zarok an jin, jîyanê ku ji dil xwestîye  ne jîyaye. Her dê, ji mêj ve xwestîye ku navê zarokê xwe lê bike û bi wî navî zarokê xwe mezin bike. Lê mixabin li Tirkîye yê bextê (şans) dayîkên zarokên Kurdan sî çil sal in derfeteke wiha nedîtîne. Navê zarokên xwe bi zimanê xwe lê nekirîye. Ji ber ku zimanê Kurmancî qedexe bû. Her dê û zarok ev tengasî, mixabin bi salan kişandî ye. Bi hatina cihanê çîroka jîyana wan bi destê wan dest pê nekirîye û heta mezinbûna wan. Helbet meriv dikare vê gotinê ji bo jinan jî bibêje. Li welat ê Tirkîye jîyana jinên Kurd pir zor e.

 

Ji mêj ve, zarokên Kurdan bi hatina cihanê dibe hemwelatîyên pola dûyemîn.  Bi navlêkirinê ev dijwarê  dest pê dike, heta perwerdehîyê, kar destxistin û mirinê. Ger mirov mînakek hûrdek bide, zarok dîroka  rojbûna xwe nizane. Lewra dîroka wan jî şaş hatîye tomar kirin. Mixabin Jîyana wan ne xwuya ye wekî nav û dîrokê rojbûna wan. Nifşek wisa di nav dem û dewranê de winda bûn û çûn. Gelo kesek ramanê  ku guhertinên wisa di bin hişê mirov de hestên çawa bi cih dike? Guhertinên wisa deronîya dê û bavan çawa dike bin bandora xwe? Ew zarok bi kîjan hestan tên xwedîkirin? Sedemên deronîyekê xirab, tenê ev nînên. Feqirî, belangazî, paşdemayîn, jîyaneke ne wekhevî û hwd, dibin sedem. Dema ku vana tên cem hevdû nifşekî wekî bombe hatîye holê. Ji ber vê yekê, zarokên Kurdan jîyana xwe wekî zarokên gelên din bi difirehî nikarîye bijî.  Helbet niha ne wekî ji mêj ve ye , hinek tişt hatine guhertin lê belê ev guhertin hîn jî ne bes e. Heke zarokek bikaribe bi zimanê xwe perwerdehî dîtiba , di kolanan de bi difirehî bi zimanê dayika xwe biaxive, lîstikên xwe bileyîze ba, tiştên ku naxwaze, gava bikaribe bi eşkere bîne ziman û hwd. Wê demê zarokên Kurdan wê azad bibin.

 

Helbet di vê derê de dîsa piştgirî li ser milên dayîkan e. Dayîk bila dev ji zimanê xwe bernedin. Divê jinên Kurd zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin, lorikê xwe bi zimanê xwe bistrên, navên Kurdî li zarokên xwe bikin û hwd. Meriv demên ji mêj ve niha dide ber hevdû dîsa jinên ji mêj ve ji jinên niha xurtir bûne. Ji bin her barê giran rabûne. Wan dema  ziman çikas qedexe bû jî, disa di nav malê de bi zimanê xwe bang li zarokê xwe dikirin, lorikên xwe digotin. Lê belê dem çiqas dibore, em jî ew qas ji çanda xwe dûr dikevin. Bi gelempêrî jî jinên ku li bajarên mezin dijîn, ji çanda xwe, ji zimanê xwe dûr ketine. Bila kesek nebêje ku wê ziman ji min re çi  kar di. Rojek wê were her kes wê zikê xwe bi zimanê xwe têr bike. Ji bîr nekin ger ziman nebe; çand, hûner, dîrok û gel nabe…

 

Zarokên Kurd gelekî ne dijwarî dîtine. Bi dijwarî , tadeyî mezin bûne. Feqirî, birçîbûn, mirin, kuştin û hwd. Di navbeyna du çandan  de hatine mezinkirin. Hin jî van koç kirine Ewrupa yê. Helbet zarokên malbatên ku çûne derveyê welat li gor van derana zarokê  dî jî bi suûd bûne. Ji ber ku wan li Ewrupa yê derfeta perwerdehîya bi zimanê zikmakî dîtine.. Zarokên Kurdên Tirkîye yê ne ew qasî bi bext in. Lê belê hêdî hêdî her kes wê vegere ser eslê xwe. Nayê vê wateyê ku ewê zarokên Kurd her tim wisa bijîn. Ev ne qeder e. Êdî hin zarok hin jî jin hişyar bûne. Cihan  cihanek global e. Êdî zarok her tiştî dipirsin, ve dikolînin û nas dikin.Di vê demê de hewceye mezinên zarokan jî piştgirî bidin zarokan, li wan şîret û pêşnîyaran bikin, rêyên rast nişanê wan bidin. Bila êdî zarok xwe nas bikin, ji hevdû hez bikin, bikevin pey hestên hevpar û berîya her tiştî bila bibin mirov.

 

YORUMLAR

  • 0 Yorum
Henüz Yorum Eklenmemiştir.İlk yorum yapan siz olun..

Son Yazılar